Ji ber barana zêde li parêzgeha Dihokê bi dehan mayîn derketine
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan li Parêzgeha Dihokê hişyarî da ku, li Dihokê ji ber lehiyan cihên mayînan hatine guhertin û li hin cihan ji bin axê derketine. Ji bo çareserkirina her bûyereke nexwestî jî, Tîmên Hawarhatinê di rewşa amadebaşiyê de ne.
Tîmên Hawarhatinê yên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan li Dihokê bi şev û roj ji bo her bûyereke nexwestî, ku li ser jiyana welatiyan bibe xeter, di amadebaşiyeke temam de ne. Bi barîna barana zêde re, kar û berpirsiyariyên van tîman zêde dibin, da ku di zûtirîn dem de bigihîjin her devereke xeter.
Endamê Tîma Teqandina Mayînan Dilovan Şewket ji Kurdistan24ê re ragihand, "Hemî tîmên me li pişkên paqijkirin, hişyarkirin û rakirina mayîn û teqemeniyan di amadebaşiyê de ne. Welatî dikarin di her dem û rojekê de, heta di rojên bêhnvedan de jî, bi rêya xeta germ a 182 bi me re têkilî daynin, ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê.”
Dilovan Şewket eşkere jî kir, "Baranên zêde û lehî bûne sedema wê yekê ku cihê mayînan bê guhertin an jî ji bin axê derkevin û ji bo deverên nû bên veguhestin; ji ber vê yekê divê welatî, di dema dîtina her tiştekî xerîb de, bi lez aliyên têkildar agahdar bikin.”
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan li Dihokê Rêgir Bêsifkî jî ragihand, "Divê ew welatiyên ku ji bo geşt û seyranan derdikevin gelek hişyarî mayîn û teqemeniyan bin, xasma jî li wan cihên ku pêştir meydanên şer bûn û mayîn lê hatine çandin, da ku canê wan û malbatên wan parastî be.”
Li gorî amaran, li parêzgeha Dihokê 779 zeviyên mayînkirî hebûn, heta niha 382 zevî bi tevahî hatine paqijkirin û radestî xwediyên wan hatine kirin. ji ber wan mayîn û teqemeniyan jî, heta niha 120 kes li parêzgeha Dihokê bûne qurbanî.
Her çend tîmên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan li Dihokê di rewşa amadebaşiyê de ne jî, lê erkê sereke dikeve ser milê welatiyan ku ji bo parastina jiyana xwe û zarokên xwe ji deverên gumanbar dûr bikevin û pabendî rênimayan bin, da ku bihara îsal nebe karesat.