Xwendina zanîngeh û peymangehan bi awayê serxet û dîjîtal tê destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 30ê Adara 2026ê) biryar da ku, pêvajoya xwendinê ya sala akademîk 2025-2026ê bi awayê serxet û dîjîtal bê temamkirin.

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ji bo vê armancê çend rêkar û rênimayên nû ji bo zanîngeh û peymangehan derxistin, ku xwendin bi awayê serxet li hemî zanîngeh û peymangehên giştî û taybetî yên Herêma Kurdistanê li roja 30.3.2026ê tê destpêkirin.

Wezareta navbirî herwesa got, “Desthilat bi zanîngehan hatiye dayîn ku li gorî taybetmendiyên pişkên zanistî yek ji platformên standard ên cîhanî ji bo hînkirina dîjîtal bi kar bînin.”

Herwesa ragihand, “Divê dersên serxet di çarçoveya dema fermî ya dewamê de bin û nabe bi şevê an piştî dema fermî bên dayîn, herwesa divê hemî ders bi awayê elektronîk li ser platforman peyda bibin.”

Ron jî kir, “Kolejên bijîşkî dikarin ji bo dersên kiryarkî biçin nav nexweşxaneyan, li ser dersên kiryarkî jî, ew pişkên ku hewceyî holan in, rewşa tenduristiyê di hefteyên bê de tê nirxandin.”

Ron jî kir, “Zanîngeh hatine erkdarkirin ku bernameya ezmûnan bi awayekî rêk bixin ku di holên xwendinê û pişkên navxweyî de qerebalixî çê nebe, û rewşa wan xwendekarên ku li derveyî bajaran dijîn li ber çavan bê wergirtin.”

Herwesa got, “Nîqaşkirina tezên master û doktorayê dê tenê bi amadebûna komîte û lêkolîneran bê kirin, herwesa korsên pedagojîk û navendên ziman dê bi awayê serxet berdewam bin. Rêveberiyên IT yên li zanîngehan jî hatine erkdarkirin ku, bi awayekî berdewam alîkariya xwendekar û mamosteyan bikin da ku her pirsgirêkeke teknîkî çareser bikin.”