Serokwezîr û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê rewşa enerjiyê ya li Kurdistan, Iraq û navçeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê de, tekezî li ser pêdiviya berdewamiya hevahengî û piştgiriyê kir, ji bo parastina binesaziya enerjî û aboriya Herêma Kurdistanê, rakirina ambargoya bazirganî û rawestandina êrîşên terorîstî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro 30ê Adarê di peywendiyeke telefonî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright de, guftûgo li ser dawîn guhertin û pêşveçûnên Herêma Kurdistan û Iraqê û bi taybetî rewşa enerjiyê kirin.
Biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo destûrdayîna hinardekirina petrolê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, wek hêsankariyek ji bo kêmkirina fişar û astengiyên aborî yên li ser Iraqê û bazara cîhanî ya enerjiyê, bi awayekî erênî hat nirxandin.
Herwiha, Serokwezîr Mesrûr tekezî li ser pêdiviya berdewamiya hevahengî û piştgiriyê kir, ji bo parastina binesaziya enerjî û aboriya Herêma Kurdistanê, rakirina ambargoya bazirganî û rawestandina êrîşên terorîstî yên li ser kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê, da ku berhemhênan were zêdekirin û hinardekirin were kirin.
Her wiha tekezî li ser parastina aramiyê li Herêma Kurdistanê, Iraq û li navçeyê bi giştî hate kirin.