Pereyê genimê cotkarên Herêma Kurdistanê tê xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi fermî pejirand ku heqdestê darayî yê cotkarên Herêma Kurdistanê yê werzên borî were xerckirin û wezaretên peywendîdar ji bo cîbicîkirina biryarê raspartin.
Piştî hewildanên di asta parlementoyê de, ji bo bidawîkirina derengketina pereyê genimê cotkarên Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwaza Encûmena Nûneran a Iraqê pejirand. Li gorî biryarê, dê pereyê genimê wan cotkarên ku di werzên borî de berhema xwe radestî sayloyên hikûmeta federal kirine, were dayîn.
Li gorî belgeyeke fermî ya ku ji nivîsgeha Serokwezîr derketiye, Sûdanî tekezî li ser prensîpa wekheviyê di navbera cotkarên hemû Iraqê de kiriye û diyar kiriye ku nabe ti cudakarî di dayîna mafên wan de were kirin.
Ji bo cîbicîkirina vê biryarê, Sûdanî her du wezaretên Darayî û Bazirganiyê raspartine ku bi zûtirîn dem rêkarên yasayî û îdarî bi dawî bikin û pereyê cotkarên Kurdistanê xerc bikin.