Sindoqa Diravî ya Navneteweyî: Şerê Rojhilata Navîn gefan li aboriya cîhanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Sindoqa Diravî ya Navneteweyî îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) ragihand ku, şerê berdewam ê Rojhilata Navîn bandoreke giran li ser kertên enerjî, bazirganî, dabînkirin û sûkên darayî kiriye, û ev jî bû barekî mezin li ser aboriya cîhanê.

Sindoqa Diravî ya Navneteweyî herwesa got ku, ev pevçûn şokeke cîhanî ye lê ew ne wekhev e û li rêza yekê li sê rêyên sereke bandorê li ser cîhanê dike, ew jî bihayên enerjiyê, bazirganiya navneteweyî û şert û mercên darayî ne.

Sindoqa Diravî ya Navneteweyî hişyarî jî da ku, lengbûna dabînkirina enerjiyê xetertirîn aliyê vê krîzê ye, herwesa guhertina rêya keştîyên barhilgir jî bûye sedema bilindbûna xerciyên veguhastin û piştrastbûnê, tevî dirêjbûna dema gihîştina kelûpelan, lengbûna geştên asmanî jî li navendên sereke yên Kendavê zirar gihandiye bazirganiya giştî.

Di pareke din a wê rapporrtê de hatiye ku, ji ber têkçûna veguhestina kelûpelên çandiniyê, ku sêyeka wan di Tengava Hurmizê re derbaz dibin, metirsiyeke zêde li ser bilindbûna buhayên xwarinê çê bûye, herwesa hişyarî li ser zêdebûna rêjeya bilindbûnê li ser asta cîhanê û lawazbûna geşbûna aborî, ji ber ku qebareya van ziraran bi dema berdewam û dijwarîya pevçûnan ve girêdayî ye.

Ev hişyariyên Sindoqa Diravî ya Navneteweyî di demekê de tên ku, aloziyên leşkerî li deverê gihîştine asteke bêhempa, Amerîka û Îsraîlê ji 28ê Sibatê ve hejmareke êrîşên dijwar kirine ser armancan li Îranê.

Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.