Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li serkeftina Hilbijadeya Iraqê û gihîştina Mondîalê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya serkeftina Hilbijardeya Niştimanî ya Iraqê û gihîştina wê ya ji bo Kupa Cîhanê (Mondîal) ya 2026an, peyameke pîrozbahiyê weşand û ev destkeft wekî "mizgîneke dîrokî" pênase kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Nîsanê piştî ku tîma Iraqê li Meksîkayê bi encama (2 – 1) li ser Hilbijardeya Bolîvyayê bi ser ket, peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyeke germ li hemû gelê Iraqê, werzişvan û lîstikvanên tîma nîştimanî kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser giringiya vê serkeftinê û got: "Ev destkefta dîrokî ku piştî 40 salên bendewariyê pêk hat, mizgîneke xweş û cihê şanaziyê ye ji bo hemû Iraqiyan."
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destxweşî li endamên tîma nîştimanî kir ku bi keda xwe xewna gihîştina Mondîalê kirin rastî. Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de hêviya serkeftinê di lîstikên koman ên Mondîalê de ji tîma Iraqê re xwest û got: "Ez hêvîdar im ev serkeftin bibe sedema aramî û xweşiyê ji bo hemûyan."
Hilbijardeya Niştimanî ya Iraqê piştî 40 salan cara yekem e ku bi fermî gihîştina xwe ya ji bo Kupa Cîhanê ya 2026an, ku li Amerîka, Kanada û Meksîkayê tê lidarxistin misoger dike.