Cîgirê Serokê Parlemana Îranê: Mucteba Xamineyî destûra danûstandina ligel Amerîkayê nedaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlemana Îranê gefa tolahildanê li Donald Trump xwar û red kir ku ti danûstandinek ji bo vekirina Tengava Hurmizê hatibe kirin.

Cîgirê Serokê Parlemana Îranê Alî Nikzad ji ajansa nûçeyan a "Fars" re ragihand, heta ku ew tola xwîna Rêberê Misilmanên Cîhanê (Elî Xamineyî) hilnedin, ew ê dest ji Trump bernedin.

Cîgirê Serokê Parlemana Îranê herwiha amaje bi wê yekê kir: "Ev metirsîdartirîn plana ku li dijî Îranê hatibû amadekirin e, lê ew ê negihîjin armancên xwe yên xerab."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Alî Nikzad eşkere kir ku Tengava Hurmizê ti carî nayê vekirin, herwiha ti danûstandin nehatine kirin û dê neyên kirin jî.

Derbarê gotegotên danûstandinên Serokê Parlemanê de, Cîgirê Serokê Parlemana Îranê got: "Îdiayên dijmin ên ku dibêjin Serokê Parlemanê danûstandinan dike, bêbingeh in û armanca wan tenê derxistina fitne û aşûbeyê ye."

Di dawiyê de tekez kir, "Biryara şer, aştî û danûstandinan di destê Rêberê Bilind de ye, heta niha ti destûrek ji bo danûstandinan nehatiye dayîn."

Ev yek di demekê de ye, di van çend rojên borî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran ji rojnamevanan re ragihandibû ku bi Serokê Parlemana Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re di nav gotubêjan de ne, ji bo gihîştina bi peymaneke nû ku di berjewendiya her du aliyan de be.