Rûsya bi rêya Îbrahîm Xelîlê pêdivîtiyên Herêma Kurdistanê dabîn dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Bazirganiyê ya Rûsyayê li ser dabînkirina pêdivîtiyên sereke ji bo Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîlê lihev kir. Ev pêngav jî ji bo rêgirtina li çêbûna qeyrana xwarin û kelûpelan e, piştî daxistina Tengava Hurmizê bi sedema alozîyên deverê.
Li gorî nivîsareke Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ve hatiye şandin û wêneyekî wê gihîştiye Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê, piştî civîna di navbera nûnertiya hikûmetê û Encûmena Bazirganiyê ya Rûsyayê, biryar hatiye dayîn ku rêkarên pêdivî ji bo pirkitina pêdivîtiyên Herêma Kurdistanê bên bicihanîn.
Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku bi sedema serhildana alozîyên deverê û daxistina Tengava Hurmizê, rêya asayî ya gihîştina kelûpelan ji Rûsyayê bo Îraq û Herêmê ji kar ketiye, lewma Rûsyayê amadebûna xwe nîşan daye ku bi rêya bejayî û Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîlê kelûpelan bişîne.
Ew pêdivîtiyên ku biryar e bi lez ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin ev in; dan, kelûpelên avakirinê û derman û pêdivîtiyên pizîşkî. Ev pêngav jî wekî rêkareke stratejîk tê dîtin, ji bo parastina ewlehiya xwarinê û rêgirtina li giranbûna kelûpelan li sûkên Herêma Kurdistanê.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Îranê herwesa Tengava Hurmizê jî girtiye, ku bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê û aboriya cîhanê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir jî 48 saet wekî destûrî dabûn Îranê da ku Tengava Hurmizê vekiriba lê hîn jî ew tengav girtî maye û ev nûtirîn peyama Trump e li ser wê mijarê.