Brîtanya: Em îhtîmala bikaranîna hêzê bo vekirina Tengava Hurmizê dûr nabînin

Yvette Cooper
Yvette Cooper

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Brîtanyayê îro peyameke tund arasteyî Komara Îslamî ya Îranê kir û îhtîmala bikaranîna hêza leşkerî ji bo vekirina Tengava Hurmizê ragihand.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper îro (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) li Londonê tevlî civîna 'Hevpeymaniya Hurmizê' bû û tê de ragihand ku, niha bala wan li ser bicihanîna rêkarên dîplomasî û sepandina zexta aborî li ser Îranê ye.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê hişyarî da Tehranê û diyar kir ku, îhtîmala bikaranîna şiyanên leşkerî û berevaniya bikom ji bo vekirina Tengava Hurmizê di rojevê de ye; bi vî rengî jî bijardeya leşkerî li dijî pêngavên Îranê ji bo parastina deverê veneşart.

Yvette Cooper eşkere jî kir ku, ew xemsariya Îranê li beranberî wan pêşhatên ku rû dane şermezar dikin, ji ber ku pêngavên Tehranê zirareke mezin gihandiye ewlehiya aborî ya cîhanê.

Ev nêzî mehekê ye ku Tengava Hurmizê ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re ji aliyê artêşa Pasdaran a Îranê ve li ber keştiyan hatiye girtin û rê bi hejmareke kêm a keştiyan tê dan ku tê re derbaz bibin.

Girtina Tengava Hurmizê bandoreke rasterast li ser bihayê petrolê û sotemeniyê li sûkên cîhanê kriiye û ewlehiya aborî ya welatan jî xistiye xeterê. Tengava Hurmizê wekî yek ji giringtirîn rêyên avî yên cîhanê ji bo veguhastina enerjî û petrolê ji Rojhilata Navîn bo sûkên cîhanê tê hesibandin.