Heyva Sor a Îranê: Embareke me li Bûşehrê bi dronan hat bombebarankirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Embareke hawarhatinê li parêzgeha Bûşehrê ya Komara Îslamî ya Îranê hat armanckirin û di encamê de 2 kantêner û 2 timbêlên hawarhatinê pûç bûn.
Li gorî zanyarên Heyva Sor a Îranê, serê sibeha îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) saet 05:30, embareke keresteyên hawarhatinê li bajarê "Çoxadek"ê yê parêzgeha Bûşehrê, ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve bi dronan hat bombebarankirin.
Rêveberê Giştî yê Komeleya Heyva Sor a Bûşehrê Îhsan Îzedpenah ragihand, “Di encama vê êrîşê de 2 kantêner û 2 timbêlên hawarhatinê pûç bûn.”
Rêveberê Giştî yê Komeleya Heyva Sor tekez jî kir ku, li gorî peymannameyên Cinêvê û qanûn û bingehên navneteweyî yên mirovdostiyê, armanckirina kereste û jêrxaneyên hawarhatinê ne rêpêdayî ye.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.