Mesrûr Barzanî: Derketina biryara 688 a Encûmena Ewlehiyê werçerxaneke dîrokî bû

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê agihand, “Derketina biryara 688 a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî werçerxaneke dîrokî bû. Herwesa got, “Me gelek spasî û rêz ji bo alîkarî û piştivaniya dostên xwe li welatên Amerîka, Brîtanya û Fransayê hene û hevkarî û piştivaniyên wan nayên jibîrkirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 5ê Nîsana 2026ê) peyamek li ser biryara 688 a Encûmena Ewlehiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî belav kir.

Peyama Serokê Hikûmet Herêma Kurdistanê:

Derketina biryara 688 a Encûmena Ewlehiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî di rojeke wekî îro de li sala 1991ê werçerxaneke dîrokî bû di bersivdana civaka navneteweyî de ji bo parastina Kurdistanê. Me gelek spasî û rêz ji bo alîkarî û piştivaniya dostên xwe li welatên Amerîka, Brîtanya û Fransayê hene û hevkarî û piştivaniyên wan nayên jibîrkirin.