Saman Berzincî: Ji bo dabînkirina xurek û tijekirina komgehan planek me ya hûr heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, hikûmetê planeke hûr ji bo tijekirina komgehan û dabînkirina xurekê amade kiriye û dê hemû hêsankariyên pêwîst ji bo bazirganan werin kirin.
Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî îro 5ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê aşkere kir, bi armanca rûbirûbûna astengiyên niha û ji bo amadekariyên zêdetir di warê dabînkirina pêdiviyên jiyanî de, ew ketine nav liv û tevgerê.
Berzincî got: "Em dixwazin di warê amadekariyê de rastî ti girêkan neyên. Ji ber vê yekê, dê ji bo hemû cureyên moletên hawirdekirina xurek û vexwarinê hêsankariyên tam werin kirin, da ku em karibin her astengekê di vê rewşê de derbas bikin."
Wezîrê Tenduristiyê herwiha tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyan kar hêsanî ji bo welatiyan dike, da ku di nava vê rewşa aloz a herêmê de xelk rastî ti qeyranên xurekê û kêşeyên mezin nebe.