Li Herêma Kurdistanê xwendin li dibistan û zanîngehan dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yên Herêma Kurdistanê biryar dan ku dawî bi xwendina online bînin; heftiya bê amadebûna xwendekaran li navendên xwendinê asayî dibe û ezmûn jî di dema xwe de têne kirin.
Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand, şeva borî civîneke hevbeş di navbera Wezîrê Perwerdeyê Alan Hame Seîd û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qadir de birêve çû û biryar li ser destpêkirina waneyên rûbirû li dibistan û zanîngehan hat dayîn.
Wî jêderî diyar kir, ji destpêka heftiya bê ve amadebûna xwendekaran li dibistan û zanîngehan asayî dibe; bi vî rengî xwendekar vedigerin navendên xwendinê û proseya perwerdeyê vedigere rewşa asayî.
Derbarê ezmûnan de, wî jêderî amaje bi wê kir, ezmûn dê di dema xwe de û li hundirê dibistanan werin kirin. Mafê beşdarbûna xwendekarên pola 12ê ya amadeyî di ezmûnan de, dê bi heman şêweyên berê be.
Herwiha hat zelalkirin, her du wezaret rewşa niha li ber çavan digirin; eger rewş aram bimîne xwendin dê bi asayî berdewam bike, lê di egera rûdana her bûyereke nexwestî de biryarên pêwîst werin girtin.
Di dawiya meha Adara borî de, ji ber aloziyên ewlehiyê yên li navçeyê û derketina pevçûnan, wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabûn ku waneyên li polan rawestînin.
Di wê heyamê de, xwendin bi şêwaza online û dîjîtal bi rêya platforman û televîzyona perwerdeyê berdewam kir. Ev pêngav tenê ji bo parastina silametiya xwendekar û mamosteyan bû di wê rewşê de.