Cengiz Çandar: Yasayên pêvajoya aştiyê dê di Gulan an Hezîranê de bên derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengiz Çandar ragihand, amadekariyên yasayî ji bo pêvajoya aştiyê berdewam dikin û tê payîn ku pakêta yasayan di mehên Gulan an jî Hezîranê de were parlamentoyê.
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Diyarbekirê Cengiz Çandar beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û derbarê qonaxa nû ya "pêvajoya aştiyê" de destnîşan kir, derxistina yasayan di meha Nîsanê de, ne pêkan e, lê egera herî mezin ew e ku di mehên Gulan an Hezîranê de gavên yasayî werin avêtin.
Cengiz Çandar derbarê naveroka yasayên ku tê çaverêkirin bên amadekirin de got: "Bi van yasayan re, dê rê li ber vegera kesên li çiya veke, daku tevlî jiyana demokratîk bibin. Herwiha valakirina girtîgehan û vegera kesên ku li Ewropayê di sirgûnê de ne jî di nav rojeva vê pêvajoyê de ye."
Ev daxuyaniya Cengiz Çandar di demekê de tê, Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di serdana xwe ya du rojî ya li Diyarbekirê de peyamên germ dabûn. Yilmaz di "Civîna Cîhana Kar" de eşkere kiribû, ji ber geşedanên li Sûriye û Îranê, pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke navxwe zêdetir bûye.
Cevdet Yilmaz li Diyarbekirê soz dabû ku hikûmet dê "lezê bide pêvajoyê û gavên yasayî bihavêje." Yılmaz herwiha bang li DEM Partiyê kiribû ku ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsiyariyê hilde ser milê xwe û tekezî li ser "çekdanînê" kiribû.