Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfa biharê rêyên 170 gundan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke berfbarînê herêmên Bakurê Kurdistanê vegirt; li parêzgehên Mûş, Bidlîs, Wan û Colemêrgê, rêya 170 gundan hatin girtin.
Li Bakurê Kurdistanê, di demekê de ku xelk li benda germbûna hewayê û hatina biharê bû, pêleke nû û dijwar a berfê dest pê kir. Ev pêla ku bi taybetî li herêma Serhedê bi bandor bû, pêşbîniyên seqanasiyê jî derbas kirin û gelek bajar careke din spî bûn.
Li gorî zanyariyan, ji ber barîna berfê li parêzgehên Mûş, Bidlîs, Wan û Colemêrgê, rêyên 170 gundan hatine girtin. Hat ragihandin ku tîmên şaredariyan û rêveberiyên taybet ên parêzgehan ji bo vekirina rêyan dest bi xebatên berfireh kirine, lê ji ber bagerê xebat bi zehmetî birêve diçin.
Herwiha li gelek deverên bilind ên herêma Deryaya Reş jî berfê erd spî kir. Cotkar û şivanên ku ji bo biharê amadekarî dikirin, ji ber vê sermaya ji nişka ve rastî zehmetiyan hatin.
Rêveberiya Seqanasiyê ya Tirkiyeyê ragihand, her çend bandora hewaya sar li herêma Serhedê hîn berdewam bike jî, ev rewş demkî ye. Li gorî daxuyaniyê, ji roja duşemê ve pileyên germê li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dê cardin dest bi bilindbûnê bikin û bandora vê pêla sermayê dê kêm bibe.