Berpirsekî Amerîkî mercên Washingtonê yên ji bo Tehranê aşkere kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Gera danûstandinên rasterast ên navbera Amerîka û Îranê ku li Îslamabada paytextê Pakistanê birêve diçû, bêyî ti encaman bi dawî bû. Hat ragihand, Tehranê hemû daxwazên Washingtonê yên derbarê bernameya atomî, ewlehiya deryayî û piştgiriya komên milîs de red kirine.

Li gorî malpera "Axios", ji zarê berpirsekî Amerîkî veguhastiye, Washingtonê wekî "hêlên sor" daxwaz kiriye ku Îran bi temamî dewlemendkirina uranyumê rawestîne, hemû navendên atomî yên serekî hilweşîne û uranyuma ku heta niha dewlemend kiriye radest bike.

Herwiha ajansa "Reuters" ragihand, Amerîkayê ji Îranê daxwaz kiriye ku hemû piştgiriya xwe ya darayî û leşkerî ji bo grûpên çekdar ên wek Hemas, Hizbullaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê bibire. Lê belê şandeya Îranê ev daxwaz bi tundî red kirine.

Mijareke din a sereke ya nakokiyan, ewlehiya deryayî bû. Amerîkayê daxwaz kir ku Tengava Hurmizê bi temamî ji bo trafîka navdewletî were vekirin û Îran ti bacan ji keştiyan nestîne. Îranê ev daxwaz jî red kir û li ser kontrolkirina tengavê israr kir.

Ji aliyê din ve, li ser mijara azadkirina pereyên Îranê yên ku li Amerîkayê hatine blokekirin jî lihevnekirin derket. Ev nakokiyên darayî û ewlehî, bûn sedem ku şandeyên her du welatan bêyî lihevkirinê maseya danûstandinan biterikînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî piştrast kir, nêrînên her du aliyan li ser du mijarên giring ji hev dûr bûn û negihîştin ti rêkeftinekê. Her çend Tehranê hûrgilî aşkere nekirin jî, çavkaniyên nêzîkî danûstandinan dibêjin ku rijdbûna Îranê ya li ser parastina yedekên uranyumê û kontrolkirina Hurmizê bûye sedema şikestina lûtkeyê.

Yekser piştî şikestina danûstandinan, Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşan da. Trump îro yekşemê ragihand, wî ferman daye Hêzên Deryayî yên Amerîkayê da ku dorpêçeke tund deynin ser Îranê.

Li gorî fermana Trump, Hêzên Amerîkî dê hemû çûnhatina li Tengava Hurmizê kontrol bikin û dorpêç bikin. Ev pêngava Washingtonê metirsiya şerekî nû û mezintir li navçeyê zêde dike.