Ocalan ji şandeya Îmraliyê re: Selahattîn Demirtas akterekî giring ê pêvajoya aştiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi şandeya DEM Partiyê re ragihand, Selahattîn Demirtas ji bo pêvajoya aştiyê akterekî pir giring e û divê teqez di nav pêvajoyê de cih bigire.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, hûrgiliyên nû derbarê hevdîtina 27’ê Adarê ya di navbera Abdullah Ocalan û şandeya DEM Partiyê de derketine holê. Hat ragihandin, Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiriye ku her çend Demirtas di sala 2024’an de ragihandibe ku wî dev ji siyaseta aktîf berdaye jî, ew hîn piştgiriya pêvajoya aştiyê dike. 

Ocalan ji şandeyê re gotiye: "Hebûna Selahattin Demirtas di vê pêvajoyê de pir giring e. Divê DEM Partî pêwendiyên xwe yên bi Demirtas re sererast bike û heke pêwîst be, bila partî lêborînê jê bixwaze."

Hate ragihandin, Ocalan di hevdîtinê de eşkere kiriye ku rewşa Demirtas di civînên wî yên li gel rayedarên dewleta Tirkiyeyê de jî hatiye rojevê. 

Tê çaverêkirin ku şandeya Îmraliyê di demeke nêz de serdana Girtîgeha Edirneyê bike, daku li wir bi Selahattin Demirtas re bicivin û peyamên Ocalan bigihîninê.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtas, nêzîkî 10 salan e di girtîgehê de ye. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê gelek caran biryara azadkirina wî dane jî, hikûmeta Tirkiyeyê heta niha ev biryar cîbicî nekirine.