Siûdiyê derbarê êrîşên bi dronan de nerazîbûna xwe gihand Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Erebistana Siûdiyê bi fermî êrîşên ku ji axa Iraqê ber bi welatên Kendavê ve tên kirin şermezar kir û ragihand, ew ê ji bo parastina serweriya xwe hemû rêkarên pêwîst bigirin.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê îro yekşemê 12ê Nîsanê Balyoza Iraqê ya li Riyadê Safiye Suheyl bangî wezaretê kir û nameyeke fermî ya nerazîbûnê radestî wê kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Siûdiyê de hat diyarkirin, ev pêngav piştî berdewamiya êrîş û gefên aşkere yên bi dronan hat, ku ji nav axa Iraqê ve ber bi Siûdiye û welatên din ên Kendavê ve tên kirin. Siûdiyê bal kişand ser vê yekê ku ev êrîş ewlehiya navçeyê dixe xeteriyê.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Siûdiyê ji bo Karûbarên Siyasî Saud Satî di dema radestkirina nameya nerazîbûnê de tekez kir, welatê wî van êrîşan bi tundî şermezar dike. Satî got: "Pêwîst e Iraq bi berpirsiyariyeke tam li hemberî van gef û destdirêjiyan tevbigere û rê li ber wan bigire."
Saud Satî herwiha tekez kir, Erebistana Siûdiyê her cure binpêkirina serweriya welatan û hewildanên ji bo têkdana aramî û seqamgiriya navçeyê bi tundî red dike. Satî destnîşan kir, "Şahnşiniya Siûdiyê ji bo parastina ewlehî û xaka xwe, dê hemû rêkar û pêngavên pêwîst bigire ber xwe."