Serok Barzanî: Enfal waneyeke girîng e ji bo nifşên niha û paşerojê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 38emîn salvegera karesata Enfalê peyamek weşand û ragihand, Enfal tawaneke sîstematîk bû ku bi mebesta tunekirina gelê Kurdistanê hatibû kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Nîsana 2026an, bi boneya salvegera jenosîda Enfalê (pêngava Germiyanê) peyamek belav kir û tê de bal kişand ser hovîtiya rejîma berê ya Iraqê û erkê dewleta Iraqê ya li hemberî qurbaniyan.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Enfal birîneke kûr e di dilê hemû xelkê Kurdistanê de; yek ji mezintirîn tawanên desthilatdarên berê yên Iraqê ye ku bi awayekî sîstematîk û armancdar li dijî gelê Kurdistanê hat encamdan. Di encama vê kiryara nemirovî de, sed û Heştê û du hezar welatiyên Kurd, bêyî ku ti gunehekî wan hebe û tenê ji ber Kurdbûna xwe, hatin windakirin û şehîdkirin. Her wiha kîmyabarankirin, erebkirin, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografîk, wêrankirina bi hezaran gundan û hewildana ji bo têkbirina hemû bingehên jiyanê li Kurdistanê, beşeke din a wan tawanan bû ku hikûmeta berê ya Iraqê li dijî gelê Kurdistanê encam dabû.

Enfal zilmeke pir mezin bû û di heman demê de waneyeke girîng e ji bo nifşên niha û paşerojê ku nabe di bin ti şert û mercî de were piştguhkirin. Pêwîst e di asta navneteweyî de ev tawan wekî jenosîd were naskirin û di asta Iraqê de jî ew garantî hebe ku ev tawanên li dijî gelê Kurdistanê careke din dubare nebin. Her wiha erkê ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya Enfalê û wê jenosîda ku li dijî miletê me hat encamdan, bike.

Di 38emîn salvegera karesata Enfalê de, em hezar silavan ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û em hevparê xem û êşên malbat û kesûkarên serbilind ên Enfalê ne.