Brîtanya û Fransa bizava pêkanîna hevpeymaniyeke navneteweyî bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê dikin

Emmanuel Macron û Keir Starmer
Emmanuel Macron û Keir Starmer

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Elîzê ragihand ku, Emmanuel Macron û Keir Starmer dê li roja Înê serperiştiya konferanseke navneteweyî bikin, ji bo pêkanîna hêzeke berevaniyê ya piralî bi merema parastina Tengava Hurmizê û sepandina cezayên nû li ser Tehranê.

Koçka Serokatiya Fransayê (Elîz) îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de amaje daye ku, Serokê welatê wî Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer dê li roja Înê serperiştiya konferanseke navneteweyî ya "vîdyoyî" bikin, ji bo nîqaşkirina pêkanîna hêzeke berevaniyê ya piralî da ku hatin û çûna deryayî li Tengava Hurmizê biparêzin û cezayên nû li ser Îranê bisepînin.

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ev konferans girêdayî wan welatan e yên ku tevlî wî şerî nebûne lê amade ne ku alîkariyê di erkeke berevaniyê de bikin, ji bo vegerandina azadiya hatin û çûnê ji bo Tengava Hurmizê, gava ku rewşa ewlehiyê rêyê bide.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, biryar e ku sibe Çarşemê dîplomatên payebilind ên çend welatan berî lûtkeya serokan civîneke amadekariyan bikin. Danûstandin dê bi rêya çend tîmên kar ên şareza bin, ku tekezê li ser van xalan dikin:

- Nîqaşkirina sepandina cezayên nû li ser Îranê.
- Hevahengiya navneteweyî ji bo dabînkirina azadiya deryavaniyê.
- Bicihanîna rêkarên aborî yên tund li dijî Tehranê, di îhtîmala berdewamiya girtina wê tengavê de.
- Kirina bizavan ji bo azadkirina wan keştî û keştîvanên ku li deverê asê mane.
Parîs û Londonê tekez kiriye ku, ev erkê navneteweyî ji bizavên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cuda ye, lê armanca sereke amadekarî ye ji bo destpêkirina bilez a liv û tevgera bazirganî di wê rêya stratejîk de, bêyî ku welatên tevlîbûyî bibin aliyek di wî şerê leşkerî de.

Ev livîna dîplomatîk a Ewropayê di demekê de ye ku, Waşintonê dorpêçeke deryayî ya tund xistiye ser benderên Îranê û Tengava Hurmizê bi temamî leng bûye, ku vê yekê jî xetereke mezin li ser bazara enerjiya cîhanî û aboriya welatan çê kiriye.