Li Dihokê ji ber rûdaneke elektrîkê sê kes bûn qurbanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Li taxa Maltayê ya bajarê Dihokê, ji ber biberketina kewantereke alumînyûmî bi tezûya elektrîkê, karkerek û xwediyê malekê jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Dihokê, ev rûdan wê çaxê çê bûye ku hejmareke karkeran ji qezaya Sêmêlê bi merema danîna kewantereke alumînyûmî ji bo malekê çûye taxa Maltayê.
Di dema karkirin û binecihkirina wê kewanterê de, parçeyeke alumînyûmî gihîştiye têleke elektrîkê û tezûyeke bihêz gihîştiye sê kesên ku li wî cihî bûne.
Ji ber bihêziya wê tezûyê, karkerek û xwediyê wê malê di cih de jiyana xwe ji dest daye. Kesê sêyê jî, ku di wê rûdanê de birîndar bûye, ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û niha di bin çavdêriyeke tund a pizîşkî de ye.
Vê rûdanê amara qurbaniyên elektrîkê li parêzgeha Dihokê ya îsal bilind kir. Li gorî amaran, ji destpêka sala 2026ê heta niha, sê kesan ji ber rûdanên elektrîkê li sînorê parêzgehê navbirî jiyana xwe ji dest daye û du kesên din jî birîndar bûne.