Serok Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji wan re dixwaze.
Serok Barzanî îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan li hemî Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.
Peyama Serok Barzanî bi helkefta Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan:
Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan
Bi helkefta hatna Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî hemî xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji bo wan dixwazim.
Xûşk û birayên Êzidî pareke resen a gelê Kurdistanê ne û ez di vê helkeftê da tekezê dikim ku em ligel êş û azarên wan in û ez bi hemî şiyanan piştevaniya daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî dikim.
Ez hîvîdar im hemî cejn û helkeftên hewe bi şadî û aramî derbaz bibin û bimînin di xêr û xweşiyan da.
Mesûd Barzanî
14ê Nîsana 2026ê