Wezareta Navxwe: Herêma Kurdistanê parek ji şer nebû
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, ji bo cara duyê piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de êrîşî Herêma Kurdistanê hat kirin.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) peyamek li ser êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê belav kir.
Wezareta Navxwe ragihand: “Piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, ev cara duyê ye ku bi dronên bombekirî êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin.”
Wezareta navbirî eşkere jî kir: “Îro di çend demên cuda de bi çar dronên bombekirî êrîşî Herêma Kurdistanê hat kirin.”
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa tekez li ser helwesta neguher a Herêma Kurdistanê kir ku, parek ji şer nebûye. Herwesa daxwaz jî kir ku, aramî û tenahiya Kurdistanê û ewlehiya welatiyan zêdetir nebin armanc.”