Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Sersalê li Êzîdiyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên wan dupat kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 15ê Nîsanê bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevahiya Êzîdiyan li Kurdistan û cîhanê kir. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di piştgirîkirina mafên Êzîdiyan de berdewam be.
Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi helkefta Sersala Êzîdiyan, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî tevahiya xwişk û birayên Êzîdî li Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvîdar im di seqayeke aştî û aramiyê de vê cejnê derbas bikin.
Bi vê helkeftê, em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwazên xwişk û birayên Êzîdî dupat dikin.
Sersala Êzîdiyan pîroz be û hûn her di nav xweşî û şadiyê de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê