Hîwa Ehmed Mistefa: Em kirîn û firotina ku bi Kerkûkê tê kirin bi tundî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Mekteba Rêkxistina Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê ragihand; em vê kirîn û firotina ku ji 16ê Cotmeha 2017an ve bi xelk û bajarê Kerkûkê tê kirin, bi temamî şermezar dikin.

Endamê Polîtburoya PDKê û Berpirsê Mekteba Rêkxistina Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê Hîwa Ehmed Mistefa îro 16ê Nîsanê di daxuyaniyekê de nîgaraniya xwe ya kûr li beramberî paşguhkirin û bazarkirina bi dosyaya Kerkûkê nîşan da. Mistefa got: "Em vê kirîn û firotina ku ji 16ê Cotmeha 2017an ve bi xelk û bajarê Kerkûkê tê kirin, bi temamî şermezar dikin. Cihê pirsê ye ku ev êşandina xelkê westiyayî yê Kerkûkê ji bo çi ye?"

Wî berpirsî amaje bi wê kir ku li şûna aliyên peywendîdar xizmeta xelk û bajarê Kerkûkê bikin, "her roj parçeyekî jê difiroşin û gelê Kurd li vî bajarî dilşikestî dikin." Hîwa Ehmed Mistefa tekez kir, ew hemû wan kiryarên netedurist û neneteweyî red dikin û got: "Em ti carî nabin beşek ji wan, çunkî tiştê niha tê kirin, diçe nav rûpelên tarî yên dîrokê de."

Duh Çarşemê 15ê Nîsanê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi hejmara m/232 belgeyeke bilez derbarê civîna encûmenê belav kiribû û biryar e civîn îro Pêncşemê saet 12:00an birêve biçe. Li gorî rojeva civîna îro, RêbIwar Teha Mistefa dest ji kar dikişîne û Mihemed Seman wekî parêzgarê nû dest bi kar dibe.

Li gorî dûvçûnên Kurdistan24ê, Bafil Talebanî ligel Helbûsî û Kildanî li hev kiriye ku posta parêzgarê Kerkûkê ji Rêbiwar Taha were standin û bête dayîn bi Mihemed Seman ê ku Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê ye. Seman dê heta heft mehan parêzgarê Kerkûkê be û piştî wê post dê ji kesekî Erebê Sunne re were dayîn; heta hilbijartinên pêş ên encûmena parêzgehan posta parêzgariya Kerkûkê di destê Erebên Sunne de dimîne.

Li beramberî pêdana posta parêzgar bi Turkmen û Erebên Sunne, Bafil Talebanî daxwaza posta cîgirê parêzgar, fermandeyê polîsên Kerkûkê û qeymeqamên Dubiz û Daquqê kiriye. 

Ev rêkeftin ji bo serkeftina namzedê YNKê di posta Serokkomariya Iraqê de hatiye kirin. Bafil Talebanî ev rêkeftin li gel Mihemed Helbûsî, Qeys Xezelî û Reyan Kildanî kiriye. Roja Şemiyê, 11ê vê mehê, di civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina Serokkomarê nû, rêkeftin hate cîbicîkirin û her du endamên Turkmen ên parlamentoyê dengê xwe dan Nizar Amêdî. Niha top ketiye qada Yekîtiyê û divê rêkeftina xwe ya ji bo radestkirina posta parêzgarê Kerkûkê cîbicî bike.