Macron û Starmer bizavê dikin Tengava Hurmizê bêyî Amerîkayê vekin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) bi dehan welatan bêyî tevlîbûna Amerîkayê ji bo vekirina Tengava Hurmizê kom dikin, ku rêyeke sereke ya petrolê ye û ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê hatiye girtin.
Civîna îro ya Parîsê parek e ji bizavên wan welatên ku tevlî şerê Îranê nebûne, lê girtina Tengava Hurmizê aboriya cîhanê hejandiye, ku piştî êrîşa Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, Tehranê ew tengav girt ku pêncyeka petrola cîhanê di wê derê re derbaz dibe.
Amerîka ne parek ji civîna îro ya Parîsê ye, ku di bin dirûşma "Pêşengiya Azadiya Keştîvaniyê li Tengava Hurmizê" bi rê ve diçe.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser platforma Xê ragihand: "Erkê dabînkirina ewlehiyê ji bo keştîvaniyê di rêya wê tengavê re dê tenê berevanî be û ji bo wan welatên ku şer nekiriye sînordar e."
Macron û Starmer serokatiya bizavên navneteweyî kiriye, ji bo zêdekirina zextên dîplomatîk û aborî li ser Îranê. Starmer Tehranê bi "barimetegirtina aboriya cîhanê" tometbar dike. Ragihandina dorpêça tolvekirinê ya Amerîkayê li ser benderên Îranê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve xeterên aborî hîn zêdetir kirin.
Starmer beriya wê civînê ragihand: "Vekirina vê tengavê bi awayekî bê şert û tavilê berpirsyariyeke cîhanî ye. Divê em kar bikin ku enerjî û bazirganiya cîhanî careke din bi azadî bên vekirin."
Tengava Hurmizê wekî "demara sereke" ya aboriya cîhanê tê dîtin. Ev tengava ku deryayên herêmê bi okyanûsên azad ve girê dide xala herî stratejîk a veguhastina petrol û gaza xwezayî ye. Piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re, Tehranê ew daxistiye û aboriya cîhanê leng bûye.