Nêçîrvan Barzanî û Seîd Xetîbzade peywendiyên Hewlêr û Tehranê nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan. Di wê civînê de, her du aliyan tekez li ser parastina agirbestê û rêgirtina li dubarebûna şer û bicihanîna aştiyê li Rojhilata Navîn kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje daye ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (În, 17ê Nîsana 2026ê) di civînekê de li Antalyayê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade rewşa deverê û encamên şer nîqaş kirin.
Di wê ragehandinê de hatiye ku, her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya agirbest, diyalog û jihevtêgihiştinê kiriye, ji bo rêgirtina li dubarebûna şer û pêkanîna aştiyê û parastina aramî û tenahiyê li tevahiya Rojhilata Navîn.
Herwesa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn; tê de tekez li ser pêşxistina peywendiyan û hevkariya hevpar di wan warên ji bo her du aliyan girîng de hat kirin.
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Seîd Xetîbzade di çarçoveya bizavên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê de ye, daku aloziyên herêmî bên kêmkirin. Îran, wekî welatekî bibandor di gelek dozên Rojhilata Navîn de, hevahengiya xwe ligel Hewlêrê di warên ewlehî û aborî de berdewam dike.
Ev bizav bi merema parastina tenahiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji lîstik û xeterên şerên herêmî yên ku bandoreke rasterast li ser sînor û bazirganiya deverê dikin.