Li Akrê zêdetirî 9 hezar şitlên zeytûnan li cotkaran hatin belavkirin

Akrê (K24) – Li devera Dînarte ya ser bi navçeya Akrê ve, bi armanca piştgiriya sektora çandiniyê û zêdekirina herêmên kesk, zêdetirî 9 hezar şitlên zeytûnan bi ser cotkaran de hatin belavkirin.

Bi hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina "Human Appeal" a Brîtanî de, projeyeke berfireh a belavkirina şitlên zeytûnan li gundewarên Akrê hat destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de, 9 hezar û 200 şitlên zeytûnan ên ji cureyên herî baş, bêberanber pêşkêşî cotkarên herêmê hatin kirin.

Li gorî hûrgiliyên projeyê, her cotkarekî ku navê wî hatibû tomarkirin, 100 şitlên zeytûnan wergirtin, da ku di baxçeyên xwe de biçînin. Cotkarên devera Dînartê kêfxweşiya xwe bi vê pêngavê anîn ziman û dan xuyakirin ku ev cure şitil ji bo ax û keşûhewaya herêmê guncayî ne û dê di pêşerojê de bibe çavkaniyekî baş ê dahatê ji bo wan.

Nûnerê rêxistina "Human Appeal" Diyar Husên ji Kurdistan24ê re ragihand, ev proje wekî piştgiriyekê ye ji bo cotkaran û sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê. 

Husên got: "Armanca me ne tenê piştgiriya aborî ye, lê di heman demê de em dixwazin rêjeya keskatiyê li parêzgeha Dihokê û bi taybetî li devera Akrê zêde bikin."

Berpirsên çandiniyê yên herêmê jî dan xuyakirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya van projeyan dixwaze girîngiyeke zêdetir bide berhemên navxweyî. Zeytûn li devera Akrê wekî berhemekî stratejîk tê dîtin û di salên dawî de cotkarên herêmê berê xwe dane çandina darên zeytûnan ji ber ku daxwazeke zêde li ser rûnê zeytûnê yê Kurdistanê heye.

Tê payîn ku ev proje di qonaxên bê de li navçeyên din ên Kurdistanê jî berdewam bike, da ku jêrxaneya çandiniyê ya herêmê hîn bêtir bi hêz bibe.