Di doza Gulistan Doku de pêşhatên nû: Parêzgarê berê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dosyaya Gulistan Doku ya ku di sala 2020an de li Dêrsimê winda bûbû, piştî şeş salan dîsa hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna nû de heta niha 8 kes hatin zîndankirin.

Bi destpêşxêriya Serdozgeriya Dêrsimê û Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, dosyaya Gulistan Doku ya ku ji 5ê Çileya 2020an vir ve winda ye, careke din hat vekirin. 

Bi fermana Serdozgeriya Dêrsimê, bi tometa "kuştin û windakirina Gulistan Doku" Parêzgarê wê demê yê Dêrsimê hate binçavkirin. Herwiha di çarçoveya heman dozê de kurê parêzgar, polîsekî pasewan, polîsekî din û serokê Nexweşxaneya Giştî ya Dêrsimê jî hatin binçavkirin.

Piştî lêpirsîna li dozgeriyê û radestkirina wan ji bo dadgehê, heta niha hejmara kesên ku di vê dozê de hatine zîndankirin gihîşt 8 kesan. Tê ragihandin, lêpirsîna parêzgarê berê û serokê nexweşxaneyê hîn jî berdewam dike.

Windabûna Gulistan Doku ne tenê ji bo malbatê, lê ji bo raya giştî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bûye mijareke sereke ya siyasî û civakî. Malbata Doku, bi taybetî xwişk, dê û bavê wê, 6 sal in bê navber li qadan in û daxwaza dîtina Gulistanê û pêkanîna dadperweriyê dikin.

Vekirina dosyayê piştî 6 salan û girtina rayedarên bilind, hêviyên malbatê û parêzvanên mafên mirovan bo dîtina rastiyê zêdetir kiriye.