Hewlêr: Tiştê Iraq li beranberî cotkarên Kurdistanê dike nadedperwerî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nivîsareke fermî de, ku ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hatiye şandin, nîgeranî û nerazîbûna xwe ya tund li beranberî wê mîqdara genim nîşan da, ku biryar e ji bo werzê 2025-2026ê ji cotkarên Herêma Kurdistanê bê wergirtin.
Li gorî nivîsareke Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lîjneya taybetend li Bexdayê pêşniyar kiriye ku 3 milyon û 800 hezar tonên genim ji parêzgehên navîn û başûrê Iraqê bê wergirtin, lê tenê 292 hezar ton ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin. Nûnerên Herêma Kurdistanê ev pêşniyar red kiriye û wekî nadedperwerî û dûrî bingehên zanistî wesif kiriye.
Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, “Li beranberî wê nedadperweriya ku di pêvajoya wergirtina genim de di derheqa cotkarên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê nivîsareke fermî arasteyî Serokwezîrê Iraqê kiriye, ku tê de me nerazîbûna xwe gihand li dijî wê biryarê diyar kiriye ya ku Lîjneya Bilind a Çandiniyê ya Iraqê li ser mîqdara wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê daye.
Hîwa Elî amaje jî da ku, di wê nivîsarê de hişyarî da ku eger hikûmeta federal mîqdara pêdivî ya genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wernegire, cotkar dê neçar bibin ku berhemên xwe bi bihayekî pir erzan bifroşin bazirganan. Bazirgan jî dê her wî genimî bibin navîn û başûrên Iraqê û bi bihayekî giran bifroşin sayloyên hikûmetê, ku ev jî dê zirareke mezin bigihîne cotkarên Herêma Kurdistanê.
Navbirî herwesa got: "Me daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye ku bi kêmî ve 50% ji tevahiya berhema pêşbînîkirî ya Herêma Kurdistanê, ku dibe 1 milyon û 250 hezar tonên genim, werbigire. Li beramberî wê yekê jî, Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê dê pabend be ku rêyê li ber hawarkirina genimê biyanî bigire û tevgera genim di navbera parêzgehan de di dema dirûnê de bi tundî kontrol bike.
Ev daxwaza Wezareta Çandiniyê di demekê de ye ku, îsal li ser 3 milyon û 300 hezar donimên erdî li Herêma Kurdistanê genim hatine çandin û cotkar li benda piştgiriya hikûmetê ne ji bo firotina berhemên xwe.
Herwesa li gorî biryara Lîjneya Bilind a Çandiniyê ya Iraqê, li navîn û başûrên Iraqê ji bo her donimekê 750 heta 900 kîlogramên genim tên wergirtin, lê ew mîqdara ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin tenê 88.5 kîlogram e ji bo her donimekî.
Ev jî di demekê de ye ku, îsal ji ber barîna baranê ya zêde û guncayî (di navbera 600 heta 1000 mml), pêşbînî tê kirin ku berhema genimê Herêma Kurdistanê bigihe zêdetir ji 2 milyon û 500 hezar tonan.
Hikûmeta Iraqê di sala 2024ê de nêzîkî 700 hezar tonên genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergirt; di sala 2025ê de tenê 400 hezar ton wergirtin, lê îsal ev mîqdar ji bo 292 hezar tonan kêm kiriye.