ENKS û rêveberê Serê Kaniyê asankirina vegera koçberan gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi armanca amadekirina zemîna vegera xelkê bo ser mal û milkên wan, serdaneke meydanî bo bajarê Serê Kaniyê pêk anî.
Şandeya ENKSê ya bi serokatiya Fesla Yûsif ligel Gerînendeyê Herêmê Abdullah Jeş'em civiya. Di civînê de, bi hûrî gotûbêj li ser astengiyên ku rê li ber vegera penaber û koçberan digirin, hat kirin. Her du aliyan li ser rêkarên pêwîst ji bo baştirkirina rewşa giştî ya bajêr û peydakirina mercên guncaw ji bo jiyaneke bi rûmet a vegeriyan, nêrînên xwe parve kirin.
Di çarçoveya serdanê de, şandeya ENKSê ligel kesayetiya siyasî Mehmûd Emmo jî civiya. Di vê hevdîtinê de behsa zehmetî û pirsgirêkên heyî hat kirin û hate tekezkirin ku divê hemû alî ji bo vegera xelkê resen a bajêr hevkariyê bikin.
Ev serdan wekî parçeyek ji rêzeçalakiyên ENKSê tê dîtin ku armanc jê peydakirina jîngeheke ewle ye, da ku koçberên Serê Kaniyê bi dilrehetî vegerin ser axa xwe.
Di Mijdara 2019an, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên bi ser ve, nêzîkî bi dehhezaran Kurd ji bajarê Serê Kaniyê koçber bûbûn.