Ferhad Etrûşî: Di nav mala Şîe de nakokiyên kûr hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî ragihand, di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de krîzeke kûr derketiye û mala Şîe bûye du bereyên li hev nakin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî îro 20ê Nîsanê di konferanseke rojnamevaniyê de aşkere kir ku "Çarçoveya Hevahengiyê" ya ku piraniya komên Şîe di bin sîwana xwe de dicivîne, niha di nav nakokiyeke kûr de ye.

Etrûşî destnîşan kir ku ev nakokî bûye sedema avabûna du bereyan sereke. Bereya yekem, Nûrî Malîkî û alîgirên wî. Bereya duyem jî, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û alîgirên wî.

Cîgirê Serokê Parlamentoyê bal kişand ser hêza Sûdanî ya di nav parlamentoyê de û got: "Sûdanî niha xwediyê fraksiyona herî mezin a Şîe di Parlamentoya Iraqê de ye. Hejmara parlamenterên wî di navbera 46 heta 50 kesan de ye."

Ferhad Etrûşî diyar kir, ev şerê siyasî û nakokî her roj kûrtir dibin û gihîştina bi çareseriyekê, ne hêsan e. Etrûşî got: "Ez bawer nakim ev pirsgirêk bi hêsanî werin çareserkirin. Dibe ku demeke dirêj bixwaze heta ku alî li ser xaleke hevpar li hev bikin."

Ev daxuyaniyên Etrûşî di demekê de tên, li Bexdayê li ser dabeşkirina postan û şêwazê rêvebirina hikûmetê di navbera aliyên "Çarçoveya Hevahengiyê" de milmilaneyeke dijwar heye.