Zêdetir ji 8 mîlyar dînaran bo mafên cotkaran tên xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Federal a Iraqê biryar da ku 60 mîlyar dînaran wek mafên darayî yên cotkaran ji bo sala 2025ê xerc bike, ku tê de heşt mîlyar û 945 mîlyon dînar ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê hatine terxankirin.
Birîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Serwer Kemal Hawarî di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand ku, ev mîqdara pereyî wek "qonaxa çarê" ya mafên darayî yên cotkaran ji bo sala 2025ê tê hesibandin.
Li gorî zanyarên Birîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, parvekirina wî pereyî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê dê bi vî awayî be:
Parêzgeha Silêmaniyê: 3 mîlyar û 498 mîlyon dînar.
Parêzgeha Hewlêrê: 2 mîlyar û 842 mîlyon dînar.
Parêzgeha Dihokê: 2 mîlyar û 605 mîlyon dînar.
Serwer Kemal Hawarî amaje jî kir, “Her çend biryar e ku ev mafên darayî bên parvekirin jî, lê ew pêvajo pir dereng ketiye û pêdivî bû ku cotkaran zûtir mafên xwe yên darayî wergirtana.”
Ev jî di demekê de ye ku, îsal ji ber barîna baranê ya zêde û guncayî (di navbera 600 heta 1000 mml), pêşbînî tê kirin ku berhema genimê Herêma Kurdistanê bigihe zêdetir ji 2 milyon û 500 hezar tonan.
Hikûmeta Iraqê di sala 2024ê de nêzîkî 700 hezar tonên genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergirt; di sala 2025ê de tenê 400 hezar ton wergirtin, lê îsal ev mîqdar ji bo 292 hezar tonan kêm kiriye.