Trump: Niyaza min a dirêjkirina agirbestê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê amadebûna artêşa welatê xwe ya ji bo êrîşkirina ser Îranê di egera lihevnekirinê de aşkera dike. Herwiha pêşbînî dike, Tehran neçar bibe şandeyekê ji bo danûstandinan bişîne û di encamê de bigihin peymaneke mezin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 21ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo tora "CNBC" ragihand, Waşington di pêgeheke bihêz a danûstandinan de ye û kêşeyên bi Îranê re dê bi peymaneke mezin bi dawî bibin.

Trump diyar kir, ji bilî şandina şandeyekê ji bo danûstandinan, ti bijardeyeke din li ber destê Tehranê nîn e. Herwiha ronahî xiste ser wê yekê ku dema beriya du rojan Îraniyan gotin "em şandeyê naşînin", bersiva Amerîkayê ew bû ku "hûn ê teqez şandeyê bişînin."

Serokê Amerîkayê tekez kir, dorpêçên wan pir serkeftî bûn. Herwiha anî ziman ku: "Em bi kesên baş re danûstandinê nakin, lê em bi awayekî pir serkeftî bi wan re mijûl dibin. Em li hemberî rejîma Îranê ya herî tund in û danûstandina bi me re pir zehmet e."

Derbarê agirbestê de, Trump ragihand ku ji bo bidawîkirina agirbestê demeke zêde di destê wan de nîn e û mebesta wî nîn e ku agirbestê dirêj bike. Herwiha got: "Çekên me amade ne û em bi temamî amade ne; ez amade me û artêş jî ji bo tevgera li dijî Îranê amade ye."

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokê Amerîkayê diyar kir, ji ber artêşa Amerîkayê piraniya pêgehên wan têkşikandiye, Îran hewl dide mûşekên xwe veguhêze û cihê pêgehên xwe biguhere.

Herwiha aşkere kir, wan ev dem ji bo tijîkirina depoyên çekan bikar aniye û pêkan e ku Tehranê jî heman tişt kiribe. Di dawiyê de jî pesnê hêzên welatê xwe da û encamên operasyonên wan ên li Îranê wekî "tiştekî bawernekirî" bi nav kir.

Ev di demekê de ye, biryar e îro sibe 22ê Nîsana 2026an, gereke nû ya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê bi navbeynkariya Pakistanê were lidarxistin.