Îsraîl Hizbulahê bêçek dike; bijardeyên leşkerî û dîplomatîk li ser maseyê ne

Yisrael Katz
Yisrael Katz

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, berî destpêkirina danûstandinên li Waşintonê, peyameke tund da Libnanê û ragihand ku ew dê bi her du rêyên leşkerî û dîplomatîk Hizbulahê bêçek bikin. Katz hişyarî da ku eger agirbest bê binpêkirin, artêşa wan amade ye jêrxaneya vê rêxistinê bi temamî wêran bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) berî destpêkirina danûstandinên rasterast ên di navbera welatê xwe û Libnanê de li Waşintonê ragihand: "Merema Îsraîlê ew e ku Hizbulahê li Libnanê bêçek bike, çi bi rêya leşkerî û çi jî bi rêya dîplomatîk."

Di dema merasîma roja neteweyî ya bibîranîna wan serbazên ku di şerên Îsraîlê de hatine kuştin, Wezîrê Berevaniyê gef li Hikûmeta Libnanê kirin ku eger li bicihneanîna berpirsiyariyên xwe berdewam be, ew dê êrîşên xwe yên leşkerî bidomînin. Amaje jî kir: "Di rûbirûbûna her êrîşekê de ku ji axa Libnanê bê kirin, em dê her bi wî awayî serederiyê bikin."

Katz li ser şerê li dijî Îranê û helwesta Îsraîlê ya di pêvajoya danûstandinê de jî got: "Em piştgiriya Donald Trump dikin daku em piştrast bibin ku Îran venagere ser projeya xwe ya atomî û gefkirina li me." Ron jî kir: "Eniya şer gurzên kujek xwarine û artêşa me ji bo her senaryoyekê li paşerojê amade ye."

Ji aliyekî din ve jî, artêşa Îsraîlê hişyarî da xwecihên nêzîkî 80 gundan li başûrê Libnanê daku venegerin cihên xwe û ron jî kir ku, tevgerên Hizbulahê tevî lihevkirina agirbestê li wê derê berdewam in.

Li nîva meha Nîsana 2026ê, agirbesteke demkî ya 10 rojî bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanî de hatibû ragihandin. Di çarçoveya bizavên dîplomatîk de, biryar e ku danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de li Waşintonê bi rê ve biçin; ev jî piştî bi dehan salan dibe danûstandinên yekê yên rasterast di navbera wan her du welatan de.

Tevî agirbestê, artêşa Îsraîlê hîn li deverên başûrê Libnanê maye û hişyariyê dide şêniyên wê deverê ku venegerin ser mal û milkên xwe. Ji aliyekî din ve jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump bizaveke zêde ji bo çareserkirina wê qeyranê û rêgirtina li berfirehbûna hejmona Îranê û projeya wê ya atomî dike, lê artêşa Îsraîlê li ser êrîşên xwe yên li ser bingehên Hizbulahê berdewam e û israrê li ser bêçekkirina wê komê dike.