CENTCOM: Me rê li keştiyekê girt ku ber bi bendereke Îranê ve diçû
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û Supaya Pasdaran a Îranê di nava çend saetan de dest danîn ser du keştiyên cuda.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro 25ê Nîsanê ragihand, keştiya wan a şer (têkşikêner) a bi navê "USS Rafael Peralta", rê li ber keştiyekê girtiye ku ber bi benderên Îranê ve diçû.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, keştiya ku hatiye rawestandin ala Îranê pê ve bû. Amerîkayê tekez kir, ev pêngav di çarçoveya stratejiya "dorpêçkirina benderên Îranê" de hatiye avêtin, da ku rê li ber çavkaniyên darayî yên Tehranê were girtin.
Ji aliyê din ve, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan li nav avên Kendavê dest daniye ser keştiya bi navê "Epameidondas". Îran dibêje ku vê keştiyê "alîkariya artêşa Amerîkayê kiriye", hişyariyên hêzên deryayî yên Îranê piştguh kirine û çendîn binpêkirinên deryayî encam dane.
Ev alozî tenê çend saetan piştî wê daxuyaniya CENTCOMê tê ku tê de ragihandibû, wan rêya 34 keştiyan guhertiye da ku dorpêça li ser benderên Îranê bicih bînin.