Medyaya Îranê: Iraqçî berî serdana Rûsyayê diçe Pakistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke bilind a Îranê duhî bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî li Îslamabadê bû. Iraqçî piştî civînên xwe yên ligel Sererkan û Serokwezîrê Pakistanê çû Omanê, lê biryar e ku ew şand careke din vegere Îslamabadê.
Medyaya Îranê eşkere kiriye ku biryar bû Iraqçî piştî serdana xwe ya Omanê ber bi Rûsyayê ve çûba, lê îro dê careke din biçe Pakistanê, berî ku biçe Rûsyayê.
Li gorî medyaya Îranê, Armanca vê vegera bilez ew e ku nêrîna Tehranê li ser her hevfêmkirinekê ji bo bidawîanîna şer û pêkanîna aştiyê bigihîne berpirsên Pakistanê.
Herwesa medyaya Îranê eşkere kiriye ku, her duhî parek ji wê şanda Îranê ku bi Iraqçî re vegeriyan Tehranê ji bo ku şêwirê ji bo bidawîhatina şer bikin, mimkin e îro ew şand careke din ji Tehranê vegere Îslamabadê.
Donald Trump di daxuyaniyekê de ji bo malpera "Axios"ê ragihand: "Tiştekî balkêş e ku gava min serdana nûnerên xwe betal kir, di 10 deqîqeyan de pêşniyarekî nû gihîşt me ku pir baştir bû."
Li aliyê din, Serokatiya Komara Îranê ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di peywendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf tekez li ser giringiya dîtineke hevpar û peydakirina jîngeheke guncayî ji bo diyalogê bibandor wekî şerteke sereke ji bo her pêşkeftinekê kir.
Pizîşkiyan bal kişand ser wê yekê jî ku rêkarên Amerîkayê, wekî dorpêçan, li pêşiya çêkirina baweriyê dibin asteng û got: "Nabe behsa diyalogê bê kirin di demekê de ku zext û dorpêç her zêde dibin."