Beşar Esed bi awayekî "xiyabî" li Şamê tê darizandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Sûriyeyê Şamê, ji bo cara yekem di dîroka wî welatî de, proseya dadgehkirina serokê rûxandî Beşar Esed û birayê wî Mahir Esad bi awayekî "xiyabî" dest pê kir. Di heman demê de, yek ji berpirsên herî payebilind ên ewlehiyê yê berê, Atif Necîb, di nava qefesa tawanbaran de amade bû.
Yekemîn rûniştina "Dadweriya Veguhêz" îro 26ê Nîsanê li Şama paytext hat lidarxistin. Çavkaniyeke dadwerî ji ajansa AFP re ragihand, ev rûniştin destpêka amadekariyên dadgehkirina Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed e ku niha li dervayî welat in. Herwiha dadgeh dê bi awayekî rûbirû li ser gelek berpirsên leşkerî û ewlehiyê birêve biçe ku di serê wan de Atif Necîb heye; Necîb di meha Çileyê 2025an de hatibû girtin.
Atif Necîb ku pismamê Beşar Esed û serokê berê yê Şaxê Ewlehiya Siyasî yê parêzgeha Der’ayê bû, bi kelepçekirî di nava qefesa tawanbaran de hat dîtin. Necîb wekî berpirsê yekem ê tepeserkirina xwepêşandanên sala 2011an li Der’ayê tê naskirin, ku ew xwepêşandan wekî çirûska destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê têne hejmartin.
Dadwerê Dadgeha Tawanan Fexredîn Eryan rûniştin bi vê gotinê dest pê kir: "Îro em yekemîn dadgehkirina dadweriya veguhêz li Sûriyeyê didin destpêkirin, ku tê de tawanbarên girtî û tawanbarên ku ji dadweriyê reviyane hene." Paşê dadwer lîsteya navên gelek berpirsên rejîma berê xwend ku dê bi awayekî xiyabî werin dadgehkirin û di serê lîsteyê de navê Beşar Esed hebû.
Beşar Esed di meha Beçileya 2024an de, piştî ku hêzên opozîsyonê bi serkêşiya Heyet Tehrîr Şamê kontrola Şamê kirin, ber bi Rûsyayê ve reviya. Bi revîna wî re, dawî li desthilatdariya 50 salî ya malbata Esed û ya 24 salî ya desthilatdariya wî bi xwe hat.
Dadwer di vê rûniştinê de, îfadeyên Atif Necîb wernegirtin û diyar kir ku ev rûniştin tenê ji bo rêkarên îdarî û yasayî ye. Rûniştina duyemîn ji bo 10ê Gulanê hat paşxistin.
Li gorî agahiyan, ev dozên dadgehkirinê dê gelek kesên wekî Wesîm Esed, muftiyê berê Bedredîn Hesûn û hejmareke din a efserên artêşê bigire nav xwe. Ev kes bi pêkanîna tawanên giran û binpêkirinên mezin ên dijî gelê Sûriyeyê tên tawanbarkirin.
Çarenûsa bi dehhezaran windayan, girtiyan û gorên bikom, yek ji mezintirîn dosyayên li pêşiya desthilatdariya nû ya Sûriyeyê ye. Şer û pevçûnên Sûriyeyê yên salên dirêj, bûn sedema kuştina zêdetirî 500 hezar kesî û koçberkirina bi mîlyonan welatiyan.