Xêrxwaziya Barzanî: Em ji bo her cure alîkariyê ji qurbaniyên re Kerkûkê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li ser bûyera trafîkê ya li bajêr daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew bi hemû şiyanên xwe amade ne alîkariyê pêşkêşî qurbaniyan û malbatên wan bikin.

Ofîsa Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro 26ê Nîsanê derbarê bûyera giran a li Kerkûkê daxuyaniyek weşand. Dezgehê sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest.

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de hat gotin: "Em careke din tekez dikin ku ofîsa me bi hemû şiyanên xwe ve dê bibe hevkar û piştgirê xelkê Kerkûkê. Ji bo derbaskirina bandorên vê karesatê, em amade ne her cure alîkariyeke pêwîst pêşkêş bikin."

Êvara roja Yekşemê, li deriyê bajarê Kerkûkê karesateke mezin a trafîkê qewimî. Barhilgireke çîmentoyê ji ber leza zêde kontrola xwe winda kir û li 20 otomobîlên din xist. Li gorî amarên dawî, di vê bûyera diltezîn de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kesên din jî birîndar bûn.