Wezîrê Tenduristiyê bi nûneratiya Mesrûr Barzanî serdana birîndarên Kerkûkê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, Wezîrê Tenduristiyê serdana birîndarên bûyera trafîkê ya Kerkûkê li nexweşxaneyên Hewlêrê kir û ragihand, hemû amadekarî ji bo dermankirina wan hatine kirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, bi nûneratî û li ser raspartina Serokwezîr Masrûr Barzanî, îro 27ê Nîsanê serdana birîndarên bûyera diltezîn a Kerkûkê kir. Wezîr ligel Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê, li Nexweşxaneya Firyaketina Rojavayê Hewlêrê rewşa birîndaran ji nêz ve şopand.

Wezîrê Tenduristiyê di serdana xwe de peyama dilsozî, hevsozî û sersaxiyê ya Serokwezîr Masrûr Barzanî gihand birîndaran û malbatên wan.       Herwiha tekez kir ku Serokwezîr ji nêz ve dişopîne ka xizmetguzariyên tenduristiyê çawa ji bo qurbaniyên karesata Kerkûkê têne pêşkêşkirin.

Wezareta Tenduristiyê aşkere kir, ji bo birîndarên ku ji Kerkûkê hatine veguhastin, nexweşxane bi hemû şiyanên xwe amade ne. Diyar kir jî, tîmên neştergeriyê, bijîşkên pispor, derman û depoyên xwînê hatine amadekirin, daku ti kêmasiyek di dermankirina welatiyan de çênebe.

Ji aliyê din ve, birîndar û kesûkarên wan spasiyeke germ pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî kirin. Malbatên qurbaniyan ji ber vê helwesta mirovdostane û ji ber xizmetên tenduristiyê yên ku ji bo wan hatine dabînkirin, dilxweşiya xwe anîn ziman.

Duh danê, li deriyekî Kerkûkê ji ber qezayeke trafîkê ya giran ku barhilgirekê li çendîn otomobîlan xistibû, di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kesên din jî birîndar bûn. Li ser fermana Masrûr Barzanî, ji bo dermanan birîndaran seferberiyek li nexweşxaneyên Hewlêrê hatibû ragihandin.