Hîwa Ehmed alîkariyên Mesrûr Barzanî digihîne birîndarên bûyera Kerkûkê

Hîwa Ehmed
Hîwa Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekî nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hîwa Ehmed serdana birîndarên bûyera trajîk a Kerkûkê kir û alîkariyên madî û tenduristî gihandin qurbaniyan. Hîwa Ehmed ragihand ku li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî dezgehên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina birîndaran li navxwe û derve hatine erkdarkirin û tekez jî kir: "êşa hemî pêkhateyên Kerkûkê êşa me ye."

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germiyanê Hîwa Ehmed îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) wekî nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana wan birîndaran kir ên ku di bûyera trafîkê ya trajîk a Kerkûkê de birîndar bûbûn û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Hîwa Ehmed di çarçoveya serdanê de alîkarî û diyariyên taybet ên Mesrûr Barzanî gihandin birîndaran û ragihand: "Serokê Hikûmetê ferman daye ku hemî dezgehên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de bin, ji bo dabînkirina her çareseriyeke pêdivî ji bo birîndaran, çi li navxwe be yan jî li derveyî welat."

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku Wezareta Tenduristiyê û Parêzgeha Hewlêrê hatine erkdarkirin daku ji nêzîk ve çavdêriya rewşa birîndaran bikin. Tekez li ser canê biratiya di navbera pêkhateyên Kerkûkê de jî kir û got: "Êşa Kurd, Ereb û Turkmanan li cem me yek e û erkê me yê mirovî û neteweyî ye ku em di demên dijwar de piştgiriya hev bikin."

Duhî bûyereke trafîkê li Kerkûkê rû da, ku tê de heşt welatiyan canê xwe ji dest da û zêdetir ji 20 kesên din jî birîndar bûn. Ev serdana nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê, ji bo alîkarîkirina lêqewimiyan bêyî cudahî.