Geştên asmanî di navbera Tehran û Moskoyê de hatin destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa nûçeyan a "Novosti"yê li ser zarê çavkaniyên Balafirxaneya "Sheremetyevo"yê ya Moskoyê ragihand ku, geşteke kompaniya "Mahan Air"ê ya Îranî ji Tehranê ber bi Moskoyê ve bi rê ketiye. Ev geşta yekê ya asmanî ye li ser vê hêlê, ku ji piştî 26ê Sibata borî ve tê kirin.
Çavkaniyan amaje bi wê yekê kiriye ku geştên vê hêlê ji ber mezinbûna aloziyên leşkerî di dawiya meha Sibatê de hatibûn rawestandin, dema ku asmanê Îranê bi temamî hatibû girtin.
Vekirina bi pilebendî ya asmanê Îranê
Ji aliyekî din ve, Desteya Balafirvaniya Sivîl a Îranê ragihand ku ji 18ê Nîsanê ve parek ji asmanê deverên rojhilatî yên welatê xwe vekiriye. Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku pêvajoya destpêkirina geştan ji bo xizmeta welatiyan li balafirxaneyên cuda dê bi awayekî pilebendî (gav bi gav) û li gorî amadebaşiya teknîkî, serbazî û şaristanî be.
Balafirxaneyên çalakbûyî
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Kompaniyên Balafirvaniyê li Îranê piştrast kir ku balafirxaneyên Îmam Xumeynî, Mehrabad, Meşhed, Bîrcend, Gurgan û Zahîdanê li ber geştan hatine vekirin. Ev cara yekê ye ku asmanê Îranê bi vî awayî tê vekirin, piştî destpêkirina operasyonên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de ku di 28ê Sibata borî de qewimîbûn.