Sûdanî û Zeydî tekezê li ser pêkanîna hikûmeteke çalak dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî lihevkirina Sûdanî û Malikî ji bo derketina ji xetimîna siyasî, Elî Zeydî bi fermî wekî berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo posta serokwezîrtiyê hat destnîşankirin. Sûdanî di civînekê de li Bexdayê piştgiriya xwe ji bo serkeftina Zeydî di pêkanîna hikûmeteke çalak de nîşan da.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) pêşwaziya Serokwezîrê erkdarkirî Elî Falih Kazim Zeydî kir.
Di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya welat û deverê hat nîqaşkirin û her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya bihêzkirina yekrêziya di navbera hemî aliyan de û karkirina bi canê berpirsyarîtî û hevpariyê kir, daku ber bi pêkanîna hikûmeteke çalak ve pêngavan biavêjin; hikûmetek ku nûneriya hemî Iraqiyan bike û ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan xwedî şiyan be.
Sûdanî dilgermiya xwe ji bo piştgirîkirina Zeydî nîşan da, daku di erkê xwe yê pêkanîna kabîneya nû de serkeftî be. Herwesa tekez li ser giringiya çespandina bingeha danedesta aştiyane ya desthilatê li gorî mîkanîzmên destûrî û demokratîk kir.
Di dawiya wê hevdîtinê de, Sûdanî amaje bi wê yekê kir ku qonaxa niha pêdivîtî bi bizavên zêde yên hemî aliyan heye, ji bo derbazbûna ji astengan, bicihanîna berjewendiya giştî û çespandina tenahiyê li seranserê Iraqê.
Encamên civîna Çarçoveya Hevahengiyê
Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên civîna duhî (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) belav kirin, ku li Koçka Serokatiya Hikûmetê li Bexdayê hatibû lidarxistin.
Li gorî wê daxuyaniyê, di wê civînê de ku girêdayî yekalîkirina berbijarê nû yê posta Serokwezîrê Iraqê bû, aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de biryar da ku baweriyê ji Nûrî Malîkî wekî berbijarê wê postê werbigirin. Ev pêngav wekî destpêka derbazkirina "xetimîna siyasî" ya niha ya Iraqê tê nirxandin.
Di wê civînê de, aliyên Çarçoveya Hevahegiyê spasiya helwesta Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku berbijarên xwe ji bo posta serokwezîrtiyê vekişandine daku rê ji bo çareseriyê vebe. Piştî nirxandina navan, hemî aliyan li ser berbijarkirina Elî Zeydî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê li hev kir.
Lihevkirina Sûdanî û Malikî
Mihemed Şiya Sûdanî her duhî (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) eşkere kir ku, ji ber nebûna sazişê di navbera hêzên Çarçoveya Hevahengiyê de, erkê destnîşankirina kesatiyekî ji bo vê postê radestî wî û Nûrî Malikî hatibû kirin. Sûdanî herwesa got: "Berbijarkirina Elî Zeydî bi lihevkirina min û Malikî bûye û ev pêşniyar bi daxwaza me li Çarçoveya Hevahengiyê bi piraniya dengan hatiye pejirandin."