Konsulê Çînê: Herêma Kurdistanê parek ji hevrikiyan nebû
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, ku biryar e li roja Înê bê weşandin, bal kişan ser rewşa ewlehiyê ya deverê û giringiya projeyên xizmetkariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî projeya "Ronakî"yê ji bo dabînkirina elektrîka neteweyî.
Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) ragihand: "Wek dîplomatkar û wek welatiyekî jî, min hest bi xeterê kiriye. Di 50 rojên borî de ji ber xetera dron û mûşekan, ez berdewam li nivîsîngeha xwe jiyame. Mixabin Herêma Kurdistanê her çend parek ji hevrikiyan nebû lê hatiye têkelkirin."
Konsulê Çînê pesna helwesta serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û got: "Helwesta serkirdatiya Kurdistanê pir jirane bû. Wan her dem tekez kiriye ku nabe Kurdistan ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran bibe platformek, ev jî helwesteke pir giring û binirx e."
Liu Jun di pareke din a axaftina xwe de behsa projeya "Ronakî"yê ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî kir û got: "Ev ne tenê projeyeke jêrxaneyê ye, belkî projeyeke jiyanî ye û di berjewendiya giştî de ye. Dema elektrîka 24 saetî hebe, kalitiya jiyana xelkî baştir dibe û ev ji bo civakê piştgiriyeke mezin e."
Konsulê Giştî yê Çînê herwesa destxweşî li bizavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û amaje kir: “Bi rastî em spasdarên bizavên Serokwezîr in. Di çend salên borî de birîna elektrîkê ji bo her kesî serêşî bû, lê bi ev proje dê jîngeheke baştir çê bike ji ber ku em dê hewceyî jeneratoran nebin û me dê bayekî paqij hebe."