Tê pêşbînîkirin ku bihayê her bermîleke petrolê bigihîje 140 dolarî
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber tundbûna dorpêça deryayî ya Amerîkayê û girtina temamî ya Tengava Hurmizê, bihayê petrola Brent li bazarên cîhanê bi awayekî berbiçav zêde bû û rekoreke nû şikand.
Bihayê bermîla petrola Brent ji duh 29ê Nîsanê gihîşt 124 dolaran. Ev guherîna mezin wekî bertekekê li hemberî astengkirina trafîka deryayî li Tengava Hurmizê tê dîtin, ku mezintirîn rêrewa enerjiyê ya cîhanê ye.
Ev bilindbûna bihayê petrolê, piştî wê yekê tê ku rageşiya serbazî ya navbera Washington û Tehranê gihîştiye lûtkeyê. Hat ragihandin ku hewildanên dîplomatîk bi temamî rawestiyane û her du alî li ser sînorên deryayî di amadebaşiya şer de ne.
Pisporên aboriyê hişyarî didin, eger ev krîz di demeke nêz de neyê çareserkirin, dibe ku bihayê bermîla petrolê bigihîje 140 dolarî. Aborînas tekez dikin ku ev yek metirsiyeke cidî ye û dibe ku bibe sedema hilweşîna aboriya gelek welatan.
Hevdem ligel giranbûna petrola xav, bihayê sotemeniyê (benzîn û mazot) li bazarên navxweyî yên welatan gihîştiye asteke metirsîdar. Ev rewş bûye sedema tirsê di nav veberhêneran de ku cîhan ber bi qonaxeke dijwar a enflasyonê û sistbûna bazirganiya gerdûnî ve gavan biavêje.