Ahmet Turk vedigere ser şaredariya Mêrdînê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên ku ji aliyê rojnamevanekî nêzîkî desthilata Tirkiyeyê ve hatine belavkirin, tê payîn ku şaredarên Mêrdîn û Esenyurtê yên ku ji kar hatibûn dûrxistin, di meha Gulanê de vegerin ser postên xwe.
Rojnamevan Sînan Burhan, ku wekî kesekî nêzîkî derdorên desthilatê li Tirkiyeyê tê naskirin, da zanîn ku di çarçoveya "pêvajoya aştiyê" û plana "Tirkiyeya bê teror" de, amadekariyên giring têne kirin. Burhan diyar kir, tê pêşbînîkirin di meha Gulanê de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer vegerin ser karê xwe.
Ahmet Turk di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de ji bo cara sêyemîn wekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatibû hilbijartin. Lê belê, bi hinceta ku navê wî di "Doza Kobanî" de derbas dibe, ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hat dûrxistin û qeyûm xistin şûna wî.
Ahmet Ozer, endamê Partiya Gelê Komarî (CHP) û şaredarê navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bû. Ew jî di encama lêpirsîneke yasayî de ji postê xwe hatibû dûrxistin û qeyûm li ser şaredariya wî hatibû danîn.
Ev zanyariyên nû piştî daxuyaniyên balkêş ên Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî hatin. Bahçelî di civîna koma partiya xwe de behsa guherînên siyasî kir û got: "Biryara me zelal e; heta ku Ocalan bigihîje armanca xwe, dê 'Ahmet' vegerin ser meqamên xwe û Selahattîn Demîrtaş jî vegere mala xwe."
Vê daxuyaniya Bahçelî wekî nîşaneya nermbûneke siyasî û guherîna stratejiya desthilatê ya li hemberî şaredariyên Kurdan hat nirxandin.
Siyaseta dûrxistina şaredarên hilbijartî û danîna qeyûman, ji sala 2016an û vir ve yek ji kêşeyên herî kûr ên di navbera desthilata Tirkiyeyê û aliyên Kurd de ye. Heke ev biryara vegerê di meha Gulanê de pêk were, dê wekî werçerxaneke dîrokî di pêvajoya çareseriyê de were hesibandin.