Asayişa Hewlêrê: Kesekî birayê xwe kuşt û hat girtin

Hewlêr
Hewlêr

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Asayişa Hewlêrê welatiyek girt, ku bi kuştina birayê xwe li gundê Duşîwanê yê girêdayî bajarokê Quştepeyê tojmetbar e.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê îro (Pêncşem, 30ê Nîsana 2026ê) belav kir ku tohmetbarek hatiye girtin, ku li roja Sêşemê birayê xwe li gundê Duşîwanê yê girêdayî bajarokê Quştepeyê yê bajarê Hewlêrê kuştiye.

Asayişa Hewlêrê da zanîn ku welatiyek bi navê Malik Enwer Ehmed, ku terş û kewal xwedî dikir, li çolekî hatiye kuştin. Piştî agahdarkirina tîmên Asayişê, Tîma Tawanan a Asayişê tavilê dest bi lêkolînê kiriye û eşkere bûye ku tohmetbarê kuştinê birayê kuştî ye.

Asayişa Hewlêrê amaje bi wê yekê jî daye ku, piştî wergirtina destûra Dadwerê Lêkolînê yê Asayişa Hewlêrê, tohmetbarê kuştinê bi navê D. A. A. hatiye girtin. Di dema lêkolînan de jî, wî tohmetbarî îtîraf bi tawana xwe kir, ku li ser bingeha pirsgirêkeke civakî çê bûye.