Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Liu Jun ragihand, welatê wî plan dike di paşerojê de li Herêma Kurdistanê kargehên çêkirina otomobîl û mobîlan ava bike û pêwendiyên her du aliyan wekî "stratejîk" binav kir.
Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24ê behsa pêşveçûna pêwendiyên Hewlêr û Pekînê kir. Jun bal kişand ser wê yekê ku pêwendiyên wan di asteke bilind de ne û bilez geş dibin.
Liu Jun diyar kir, pêwendiyên wan ên aborî ji qonaxa hinardekirina kelûpelan derbasî qonaxa "veberhênana rasterast" bûne. Li gorî amarên konsulxaneyê, niha zêdetirî 50 kompaniyên mezin ên Çînî (wekî Huawei û gelek kompaniyên otomobîl û avahîsaziyê) ligel nêzîkî 3 hezar welatiyên Çînî li Herêma Kurdistanê kar dikin.
Konsulê Çînê amaje bi wê jî kir ku di paşerojê de ew ê li nav Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna otomobîl û amûrên teknolojîk (wekî mobîlan) bikin û herwiha di warê "Zîrekiya Destkird" (AI) de jî alîkariya Herêmê bikin.
Derbarê çûnûhatina bazirgan û geştiyaran de, Liu Jun destnîşan kir ku ew bi cidî kar li ser kêmkirina lêçûnên vîzeya Çînê dikin. Herwiha hêvî xwast ku di demeke nêz de geştên asmanî yên rasterast di navbera firokxaneyên Herêma Kurdistanê û Çînê de dest pê bikin.
Derbarê rewşa siyasî û aloziyên Rojhilata Navîn de, Konsulê Çînê pesnê helwesta "bêalî û zîrekane" ya serkirdayetiya Kurd da. Jun got, serkirdayetiya Herêma Kurdistanê rê neda ku xaka Herêmê bibe sengerê êrîşên ser welatên cîran û ev yek wekî "zîrekiyeke mezin" binav kir. Herwiha hişyarî da ku divê Herêma Kurdistanê xwedî "otonomiya stratejîk a ewlehiyê" be, da ku aramiya xwe biparêze.
Jun herwiha ew îdiayên ku dibêjin Çîn di warê leşkerî de alîkariya Îranê dike, red kirin û ew wekî "propagandeyên bêbingeh" bi nav kirin.
Konsulê Çînê behsa projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî kir û projeya dabînkirina elektrîka 24 saetî wekî "stratejîk" dît. Jun anî ziman ku ev proje ne tenê ji bo jiyana welatiyan, lê ji bo jîngehê jî girîng e, ji ber ku bi nehêştina generatorên taxan, keşûhewayê Kurdistanê paktir dimîne.
Di dawiyê de, Liu Jun peyama piştevaniya Pekînê ji bo pêşkeftin, peydakirina derfetên kar û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kir.