Îsraîl: Me li başûrê Libnanê 50 pêgehên Hizbulahê rûxandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, operasyonên wan ên li dijî jêrxana leşkerî ya Hizbullahê li başûrê Libnanê berdewam dikin û di nava 24 saetên dawî de, 50 pêgehên wê rêxistinê hatine rûxandin.
Artêşa Îsraîlê derbarê şer û pevçûnên li başûrê Libnanê de îro 2ê Gulanê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de artêşê derbên giran li jêrxana leşkerî ya Hizbullahê xistine û nêzîkî 50 pêgehên wan xapûr kirine.
Hat diyarkirin, di van êrîşan de gelek çekdarên Hizbullahê yên ku li nêzîkî cihên hêzên Îsraîlê bûn, hatine armancgirtin û kuştin.
Artêşa Îsraîlê aşkere kir, cihên hatine bombebarankirin, baregehên leşkerî û navendên fermandariyê ne ku Hizbullahê ji bo plankirina êrîşên li dijî Îsraîlê bikar dianîn.
Artêşê da zanîn, Hizbullahê gelek guleyên topan û mûşek ber bi hêzên Îsraîlî ve avêtine, lê ew mûşek li navçeyên vala yên hundirê xaka Libnanê ketine. Hat diyarkirin jî, ji ber van mûşekan ti metirsî li ser Îsraîlê çênebûye, lewma zengilên hişyariyê nehatine lêdan.
Artêşa Îsraîlê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, ew ê ji bo dûrxistina her cure metirsiyan û ji bo parastina ewlehiya welatiyên xwe, li ser operasyonên xwe yên leşkerî berdewam bin.