Pakistanê rêyeke tranzîtê ji Îranê re vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Pakistanê rêyeke nû ya tranzîtê bi rûyê Îranê de vekir. Ev gav wekî alternatîfekê ji bo dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Tehranê tê nirxandin.

Wezareta Bazirganiyê ya Pakistanê ragihand, wan bi fermî rê daye kelûpelên tranzîtê yên welatên sêyem, daku bi ser axa wan re derbasî Îranê bibin. Ev biryar di çarçoveya peymana veguhastinê ya sala 2008an a navbera her du welatan de ye. Li gorî vê, kelûpel dê ji benderên Gwadar, Karachî û Qasim ve ber bi dergehên sînorî yên Teftan (Mîrcawe) û Gebd (Rîmdan) ve di hundirê Îranê de bên veguhastin.

Li gorî medyaya Îranê, ev gav ji bo Tehranê xwedî giringiyeke stratejîk a mezin e. Berê Îranê beşeke mezin a hawirdetiyên xwe bi rêya benderên Îmaratê, bi taybetî bi rêya "Cebel Elî" dikir. Lê niha ji ber dorpêça deryayî ya Amerîkayê û guherînên herêmî, ew rê hatiye girtin yan jî zehmet bûye.

Vekirina vê rêyê di berjewendiya her du welatan de ye û armanc ew e ku qebareya bazirganiya navbera wan bigihîje 10 mîlyar dolarî. Herwiha Îslamabad niha dikare axa Îranê wekî pireke bazirganiyê ji bo gihîştina bi bazarên Asyaya Navîn û Qefqasyayê bikar bîne, ji ber ku nearamiyên li ser sînorê Afxanistanê rê li ber Pakistanê girtibûn.

Ev rêya nû dê bibe beşek ji projeya 60 mîlyar dolarî ya "Korîdora Aborî ya Çîn-Pakistanê" daku başûrê Asyayê bi Ewrasyayê ve girê bide. Ev yek dê pêgeha Îranê li hemberî ambargoyên aborî bihêztir bike. Wekî gava yekem a serkeftî, berî du hefteyan barhilgireke goştê qeşagirtî ji Pakistanê ve di ser axa Îranê re derbas bû û gihîşt Taşkenta paytexta Ozbekistanê.

Ev biryara Pakistanê di demekê de ye, ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn û dorpêça hêzên deryayî yên Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê, zêdetirî sê hezar konteynirên barhilgir li bendera Karachiyê asê mabûn. Vekirina şeş rêyên hişkayî ji aliyê Îslamabadê ve, alîkariya Tehranê dike ku wê dorpêçê derbas bike û aboriya xwe biparêze.

Washingtonê heta niha bi fermî dijberiya xwe ji bo vê gava Pakistanê ranegihandiye, lê çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku ev yek dê bandora ambargoyên Amerîkayê yên li ser Îranê kêm bike. Di heman demê de, ev rê ji bo Pakistanê jî derfetek e ku piştî girtina sînorên Afxanistanê, kelûpelên xwe bigihîne bazarên nû yên Asyaya Navîn.